Di nava 2 rojan de 4 karwanên hêzên Tirkiyê derbasî bakurê Helebê dibin

Karwana çaremîn a leşkerî ya hêzên Tirkiyê ku ji tank, topxane û çekên din ên giran pêk dihat, di deriyê El-Raî re derbasî bû
Karwaneke hêzên Tirkiyê - Arşîv
Karwaneke hêzên Tirkiyê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwana çaremîn a leşkerî ya hêzên Tirkiyê di deriyê El-Raî re derbasî bû û ber bi bajarê Babê ve çû. Karwan ji tank, topxane û çekên din ên giran pêk dihat.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, ev karwana çaremîn a hêzên leşkerî yên hêzên Tirkiyê ye ku di nava du rojên borî de derbasî herêmên gundewarê Helebê dibe.

Karwana yekem ya hêzên Tirkiyê şeva Duşemê/Sêşemê di deriyê sînorî Bab El-Selame re derbasî gundewarê bakurê Helebê bû.

Karwaneke din a leşkerî ya Tirkiyê di deriyê leşkerî yê Eyn Beyda yê li gundewarê rojavayê Idlibê derbasî nav axa Sûriyê bû û li xalên Tirkiyê yên ku li gundewarê rojhilatê Idlibê û rojavayê Helebê bi cih bû.

Her wiha duhî karwaneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê di deriyê sînorî yê El-Raî derbasî gundewarê Helebê bû û li xalên Tirkiyê yên herêma operasyona “Mertala Firatê” bi cih bû.

Duh jî karwaneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Hemamê yê li navçeya Cindirêsê ya li rojavayê Efrînê re derbasî gundewarê başûrê Efrînê li nêzî xetên pêwendiya yên bi hêzên HSD û hêzên rejîmê re bi rê ket.

Li gor zanyariyên Rewangehê, karwanên Tirkiyê yên derbasî gundewarê Heleb û Efrînê bûne, ji gelek tank, otombîlên zirxî, topxane, roketavêj, tankeran û wesayîtên din ên leşkerî êk dihatin.

Derbasbûna van hêzên Tirkiyê di demekê de ye, artêşa Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet (bakurê Helebê) û Minbicê (rojhilatê Helebê) dixwe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew li ser pêkanîna operasyonekê li Minbic û Til Rifetê rijd in û kengî amadekariyên wê temam bibin, ew ê dest bi operasyonê bikin.

Li aliyê din jî, ji Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihandibû, ji bo rûbirûbûna her êrîşeke nû ya artêşa Tirkiyê, HSD û rêjîma Sûriyê gihîştin lihevkirinekê û di çarçoveya wê lihevkirinê de, 550 leşkerên rejîmê gihiştin herêmên HSDê û li bajarokê Eyn Îsa, derdoa Bab, Minbic û Kobanê bi cih bûne.