Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nedîm Zehawî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir ku wek Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê hat destnîşankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir û nivîsî: “Pîroz be Kak Nedîm Zehawî li ser destnîşankirina we wek Wezîrê Darayî yê nû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez li bendê me ku em bi hev re xebata xwe bidomînin da ku hevaltiya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê xurttir bikin.”
Congratulations Kak @nadhimzahawi on your appointment as the new Chancellor of the Exchequer @hmtreasury.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) July 6, 2022
I look forward to continue working together to bolster the already strong KRI-UK friendship -mb.
Piştî ku duhî Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid dest ji kar vekişandin, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo wan her du wezaretan destnîşan kir.