Rola medyayê di çareseriya pirsa Kurd de tê nirxandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê civînek derbarê medya û pirsa Kurd de li dar xist û rapirsiyek a li Bakurê Kurdistanê hatî kirin jî ji raya giştî re parve kir. Piraniya beşdaran di wê baweriyê de ne ku medyaya Tirkiyeyê ne serbixwe ye.

Ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê ve bi beşdariya rojnameger, akademîsyen, nivîskar û nunerên saziyên saziyên sivîl civînek bi navê “di çarçoveya pirsa kurd de têgihiştina medyayê” hat li darxistin. Di civînê de rola medyayê ya erênî û neyînî di çareseriya pirsa kurd de hat nirxandin. Rêveberên DÎTAMê amaje kirin ku li Tirkiyeyê zimanê medyayê gelek caran bûye sedem ku pirsa kurd kûrtir bibe û li pêşiya çareseriyê bibe asteng.

Serokê DÎTAMê Mehmet Vûral ji K24ê re got: “Bi rastî jî medyaya Tirkiyeyê heta niha di çareseriya pirsa kurd de helwesteke erênî û baş nîşan nedaye. Medya girîng e, medya hiş û mejiyê civakê ye. Ji ber wê em vê xebatê dikin da ku medya di çareseriya pirsa kurd de li ser avakirinê helwest bigire.”

Di civînê de bandora medyayê ya li ser nêrîn û helwesta civakê jî hat nirxandin û bal hate kêşan ku şêwaza medyayê dikare neteweyek, olek an jî zimanekê di çavê raya giştî de tawanbar bike ku rojnamegeran anîn zimên ku zimanê li hember kurdan hatî bikaranîn niha hember penaberan xwe dide der.

Derhênerê Weşanê yê Giştî Yê Rojnameya Duvar Bariş Avşar dibêje: “Di salên 90î de Kurdan koçî rojavayê Tirkiyeyê dikirin û ew Kurd di çavê civakê de wek tawanbar dihatin dîtin ku sedemek vê yekê zimanê medyayê bû. Niha jî heman helwest hember penaberên afganî û suriyeyî heye. Ev helwest xeter e.”

DÎTAMê di civînê de rapirsiyek li bajarên Diyarbekir, Ruha, Mêrdîn û Wanê li gel 600 kesan hatî kirin jî aşkere kir %43yê beşdaran dibêjin medya di çareseriya pirsgirêkên civakî de dikare rolek erênî bileyîze, %40 jî dibêjin medya dikare bandorê li nêrîna siyasî ya welatiyan bike, %61 jî dibêjin pirsgirêka herî mezin a medyayê zexta desthilatê ye.

Di rapirsiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê de tê pirsîn ku hun bawer dikin medyaya Tirkiyeyê serbixwe ye ku %71.18 dibêjin na, %21.8 jî dibêjin erê.