Serokwezîr pêşwazî li malbatên herdu şehîd Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan kir

"Şehîdkirina mamosteyên birêz, tawaneke mezin e."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 6ê Tîrmehê, pêşwazî li malbatên herdu şehîd Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan kir, ku hefteya borî di kiryareke tawankarî de canê xwe ji dest dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî car din sersaxî li malbatên herdu şehîdan kir û hevxemiya xwe ya kûr anî ziman. Herwiha tekez kir ku şehîdkirina van du mamosteyên birêz, tawaneke mezin e û ziyaneke mezin li xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ket, ku herdu mamosteyan gelek xizmeta xelk û welatê xwe kiribûn.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku encamderê vê tawanê, dê bigihe cezayê xwe yê yasayî. Herwiha tekez kir ku ew ê piştevanî û hevkariya dadgehan bikin, da ku ti sistî û xemsariyek di cezakirina tawanbaran de rûnede.

Malbatên herdu mamosteyên rehmetî, spasî û pêzanîna xwe ji bo hevxemiya Serokwezîr nîşan dan.