"Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe yên destûrî bernade"

Encûmena Wezîran ragihand, Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û heqên xwe yên destûrî bernade û xwe li ber ti zext û gefeke Hikûmeta Federal natewîne, ku dixwazin mafên xelkê Kurdistanê binpê bikin.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran ragihand, Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û heqên xwe yên destûrî bernade û xwe li ber ti zext û gefeke Hikûmeta Federal natewîne, ku dixwazin mafên xelkê Kurdistanê binpê bikin.

Îro çarşemê 6ê Tîrmeha 2022yan, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di beşa yekem ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ve raporta wezaretê ya li ser rêkarên cîbicîkirina fermana Serokwezîr a derbarê girtina cihên firotina çek û destdanîna ser çekên bêdestûr li seranserê Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Navxwe hûrgiliyên pêwîst li ser rêkarên cîbicîkirina fermanê ji bo nehiştina çekên bêdestûr, bo Encûmena Wezîran pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê bi hemû awayî, rûbirûyî tawankaran bibin û dawî li diyardeya çekhilgirtina li derveyî yasa û bêdestûr bînin, da ku sînorek li ber tawankarî û tundiyê were danîn.

Di beşa duyem a civînê de reşnivîsa yasaya nû ya kar, ji aliyê Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed ve hat pêşkêşkirin. Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya hebûna vê projeyasayê, ku yek ji xetên giştî yên bernameya karê Kabîneya Nehem e, bi armanca rêkxistina pêwendiyên kar di navbera karker û karsazan de, ji bo parastina mafên wan.

Encûmena Wezîran bi piraniya dengan projeyasaya nû ya kar pesend kir û şande Parlamentoya Kurdistanê.

Beşa sêyem derbarê pêşkêşkirina kurteya raporta darayî ya Herêmê bo şeş mehên yekem ên sala 2022yan a dahata petrol û ji bilî petrol û xerciyên wan bû.

Hat diyarkirin ku Kabîneya Nehem kariye ji dahata petrolê, pereyê pêwîst ji bo mûçeyên hemû şeş mehên yekem ên salên 2022yan dabîn bike, ku mehane 900 milyar Dînar e, di demekê de ku hikûmeta federal ji bo şeş mehên sala 2022yan, diviyabû trilyonek û du sed milyar Dînar bişîne, lê tenê du mehên îsal şand, ku ew jî 400 milyar Dînar e.

Di beşa çarem de,pêngavên destûrî û dadwerî û yasayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember zexta nerewa û nedestûrî ya Wezareta Petrolê ya Iraqa Federal, ji aliyê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran ve hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran tekez kiriye ku bi ti awayî dest ji maf û heqên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernadin û bi hemû rêyan, dakokî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin û çok li ber ti zext û gefeke Hikûmeta Federal danaynin, ku dixwazin mafên xelkê Kurdistanê binpê bikin.

Di heman demê de Encûmena Wezîran tekezî li çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê dike, di nav wan de jî kêşeyên girêdayî petrol û gazê li ser bingeha destûrê.