HSD: Şam razî bû çekên giran û bi kalîte bişîne eniyên şer ji bo pêşîgirtina li artêşa Tirkiyê

Berdevkê HSDê: Ev hêz dê piştgiriya pozîsyona me ya berevaniyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, rêveberiya Sûriyê razî bûye çekên giran û bi kalîte ji bo xetên pêwendiyê yên li gundewarên Reqa û Helebê bişîne, ji bo rûbirûbûna gefên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê.

Berdevkê HSDê Aram Hinna di hevpeyvîneke bi ajansa “Sputnik” re li ser hûrgiliyên rêkeftina di navbera HSD û Şamê de ji bo rûbirûbûna gefên Tirkiyê yên derbarê destpêkirina operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de axivî.

Hinna diyar kir, “Li gorî pêngavên meydanî û pêwîstiya me bi çek û topên kalîte, tank û wesayitên zirxî ji bo xurtkirina karînînên me yên berevaniyê li dirêjahiya rojavayê herêmên me yên li eniya Eyn Îsa û Kobanî li gundewarên Reqa û Helebê, hikûmeta Sûriyê razî bû ku wan bişîne.”

Got jî: “Ev hêz dê piştgiriya pozîsyona me ya berevaniyê bike, bi awayekî ku garantiya rawestandina artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst bike û rê li ber dagirkirina herêmên nû bigire.”

Hinna her wiha got: “Lihevkirina ku di vê demên dawî de pêk hatiye, di çarçoveya leşkerî de ye, bi taybetî parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û rûbirûbûna êrîşeke gengaz a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.”

Berdevkê HSD’ê wiha got jî: “Hêzên me li hev kirin ku pêgehên li rojava Eyn Îsa û Kobanî bi hêz bikin, ji ber ku pêwîstiya qada leşkerî bi wê heye û ji bo aramî û ewlekariya bajar û gundên me bi giştî.”

Destnîşan kir jî, “Dibe ku xeta sînorî yan jî xeta pêwendiyê bi awayekî ku garantiya bilindkirina şiyana berevaniyê ya hêzên me bike, were xurtkirin, bêyî zêdekirina hejmara hêza mirovî bike.”

Berdevkê HSDê tekez kir ku “hêzên me hîna li cihên xwe ya berê ne û pabendî têgihîştinên berê yên pêwendîdar in, lê hevalên me ji Til Rifat û Minbicê û ji her cihekî li bakur û rojhilatê Sûriyê ne dûr in. Em li hember dagîrkerî û hevalbendên wê, dest ji vê xakê bernadin.”