Tirkiye û Îsraîl rêkeftineke geştên asmanî îmze dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye û Îsraîl ji piştî sala 1951ê, ji bo cara yekem rêkeftineke geştên asmanî yên sivîl îmze dikin.

Wezareta Veguhestinê ya Îsraîlê da xuyakirin,Tirkiye û Îsraîl rêkeftineke nû di warê geştên asmanî yên sivîl de îmze dikin. Wezaretê da zanîn, ev rêkeftin ji sala 1951 ve, dibe yekem rêkeftin û bi rêkeftinê re geştên dualî yên firokeyan dê destpê bikin.

Piştî serdana Serokomarê Îsraîlê Yitzak Herzog bo Tirkiyê di 20ê Hezîrana borî de, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê asayî dibin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî da xuyakirin, proseya vekirina balyozxaneyên aliyan jî destpê kiriye.

Sala 2007an, Tirkiye geştên firokeyên Îsraîlê ji ber sedemên ewlekarî dabûn rawestandin. Bi vê rêkeftinê re, tê çaverêkirin firokeyên Îsraîlê careke din dest bi geştên xwe bo Tirkiyê bikin.