Li Tirkiyê bihayê ajalên qurbanê ji sedî 100 zêde bûye

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê ve li Stenbolê li bazara ajalan li gor salên berê liv û tevgerek zêde tune.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê ber bi cejna qurbanê ve li bazara ajalên qurbanê liv û tevgereke zêde rû dida, lê îsal ji ber zêdebûna lêçûnan bihayên ajalan herî kêm ji %100 zêde bû. Ji ber bihabûnan, li bazaran hejmara ajalên qurbanî îsal li gor par ji %25 kêmtir bûye.

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê ve li Stenbolê li bazara ajalan li gor salên berê liv û tevgerek zêde tune.

Ajalfiroş amaje dikin ji ber zêdebûna lêçûn û maliyetan bihayên ajalan îsal li gor sala borî herî kêm ji %100 zêde bû.

Ajalfiroş Osman Daşdemîr ji K24ê re diyar kir: “Ka, êm, mazot tev biha bûne. Maliyet zêde ye lê qezanca me gelek kêm e. Canegayek me par bi 15 hezar lîreyê difirot lê îsal 30 hezar lîre ye. Bi bihayê ji sala borî me pereyeke bi dilê xwe qezanc dikir lê îsal pereyê dikeve destê me tev diçin maliyetê.”

Herwiha ajalfiroş Engîn Arslan jî dibêje: “Bihayên îsal ji sala borî gelek zêdetir e. Par li bazarê heta 14 hezar lîreyê te conegayek peyda dikir, lê îsal bihayên wan heta 50 hezar lîreyê diçe bihayên ajalan.”

Welatiyên ji bo kirîna ajalan berê xwe didin bazarê, ji zêdebûna bihayên ajalan gilî û gazind dikin.

Welatiyek dibêje: “Gelek biha ye zehmet e ku mirov tena serê xwe yekê bikire. Em 7 kes in, çavê xwe lê digerînin da ku li gor budceya xwe ajalek hevpar bikirin.”

Herwiha welatiyekî din jî diyar dike: “Bihayên her tiştî zêde bû bêguman bihayên ajalan jî îsal ne weke sala borî ye. Me 7 kes bi hev re canegayek bi 47 hezar lîreyê kirî.”

Par li tevahiya Tirkiyê nêzîkî 3 milyon 870 hezar ajalên qurbanê li bazaran hebû. Lê îsal ji ber bihabûna lêçûnan gelek bazirgan ajalên xwe neşandin bazarê û hejmara ajalên li bazarê îsal bi qasî 1 milyon kêmtir bû.