Li Diyarbekirê amadekariyên Cejna Qurbanê tên kirin

Welatiyên Diyarbekirê dibêjin nabe ku li ser sifreyên cejnê qedayîf kêm be.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di pêvajoya amadekariyên cejnê de yek ji qadên ku geş dibe şîranîfiroşî ye ku êdî di nava Kurdan de şîraniya cejnê wek kevneşopiyekê ye û li Diyarbekirê jî welatî herî zêde bo qedayîfê eleqe nîşan didin.

Her ku Cejna Qurbanê nêzîk dibe welatî jî amadekariyên xwe yên dawîn dikin ku li Diyarbekirê di pêvajoya amadekariyên cejnê de kirrîna şîraniyê wek kevneşopiyekê ye û herî zêde jî welatî berê xwe didin qedayîfê. Ji ber vê yekê jî di hilberînxaneyên qedayîfê de kar û xebat bênavber didome.

Hosteyên qedayîfê li gel germiya demsalê li ber germiya agirê ku qedayîf di ser de tê pijandin hewil didin ku sîparîşên bo cejnê hatine dayîn bigihînin cejnê.

Hosteyê qedayîfê Enwer Yilmaz ji K24ê re diyar kir: “Çi cejna Remezanê be, çi cejna Qurbanê be di cejnan de li Diyarbekirê dibe wek mîhrîcana şîraniyê. Em bi 3 tîman bi awayeke 24 demjimêr dişixulin. Ji bo Kurdan bûye wek kevneşopiyekê.”

Kurd li ku derê bin jî qedayîfê di cejnê de bi dest dixin ku qedayîfên ji bo cejnê tên amadekirin li ser sîparîşan bo 81 bajaran jî tê rêkirin. Welatiyên Diyarbekirê dibêjin nabe ku li ser sifreyên cejnê qedayîf kêm be.

Welatiyek diyar dike: “Ez her sal di cejnan de qedayîfê distînim. Ji bo me kevneşopî ye. Ji xwe qedayîfa Diyarbekir navdar e. Ne tenê di cejnan de , di demên din de jî em qedayîfê distînin.”

Li Diyarbekirê bi pirranî 3 cureyên qedayîfê derdikevin pêş ku qedayîfa bifisteq, qedayîfa bigoz û qedayîfa helebê ye. Li gorî daneyên hilberînxaneyên qedayîfan li Diyarbekirê di cejnan de kêm zêde 50 ton qedayîf tê xwarin.

Sala borî kiloya qedayîfa bigoz 40 lîre bû û niha bûye 100 lîre, kiloya qedayîfa bifisteq 60 lîre bû, lê niha bûye 140 lîre, her çiqas biha be jî, welatî dest jê ber nadin.