"Parlamentoya Almanyayê dosyeya tawanên li dijî Êzidiyan qebûl kir"

Nûnerê Şêwirmendiya Êzidiyan li Almanyayê Îrfan Ortac li ser qebûlkirina dosyeya naskirina tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî diyar kir, Parlamentoya Almanyayê ji bo naskirina jenosîdê dosyeya tawanan qebûl kir.
Nûnerê Şêwirmendiya Êzidiyan li Almanyayê Îrfan Ortac
Nûnerê Şêwirmendiya Êzidiyan li Almanyayê Îrfan Ortac

Hewlêr (K24) – Nûnerê Şêwirmendiya Êzidiyan li Almanyayê Îrfan Ortac li ser qebûlkirina dosyeya naskirina tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî diyar kir, Parlamentoya Federal a Almanyayê ji bo naskirina jenosîdê dosyeya tawanan qebûl kir, lê ji vê girîngtir ew e ku careke din Êzidî neyên jenosîdkirin û Êzidî werin parastin.

Îrfan Ortac ji bajarê Essen yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand, bûye heşt sal ew hewl didin li Parlamentoya Almanyayê tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd were qebûlkirin, beriya niha Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) bi yekdengî qebûl kiriye ku ev tawan jenosîd e.

Ortac destnîşan kir, di 3yê Kanûna 2021ê de Dadgeha Almanyayê dosyeyek yekalî kiriye ku wan tawanan weke jenosîda Êzidiyan hatiye nasîn, vê bandor li ser nasîna jenosîda Êzidiyan kiriye, ku Neteweyên Yekbûyî jî li ser vê mijarê axiviye.

Nûnerê Şêwirmediya Êzidiyan li Almanyayê diyar kir, naskirina jenosîda Êzidiyan ji bilî ku ji bo Êzidiyan destkeft e, sûda wê ji bo Iraqê jî heye, heta niha 35 welat dixwazin jenosîdê qebûl bikin, Belçîkayê jî di wê dosyeyê de ev mijar qebûl kiriye, heta li Ermenistan û çend welatên din jî kar li ser vê dosyeyê hatiye kirin, lê belê qebûlkirina jenosîda Êzidiyan li Almanyayê girîngiya xwe heye, eger Almanya pesend bike, welatên din jî dê pesend bikin.