Krîza li Srî Lankayê: Serok ji koşka serokatiyê derket

Xwepêşander ji ber pirsgirêkên aborî, Serokê Srî Lankayê tawanbar dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji koşka serokatiyê derket û çarenûsa wî nayê zanîn.

Berpirsekî Srî Lankayê ji AFP re got, piştî ku xwenîşanderan avêtin ser baregeha fermî, Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji baregeha xwe derket.

Diyar kir jî: “Serok Rajapaksa ji bo cihekî ewle hate birin.” Her wiha got: “Leşkeran bi gule bi asman ve berdan, da ku nehêlin xwepêşanderên hêrsbûyî koşka serokatiyê kontrol bikin.”

Srî Lanka bi mehan ji ber kêmbûna xurek û sotemeniyê, qutkirina elektrîkê û lezbûna enflasyonê dinale, piştî ku pereyên biyanî yên ji bo hawerdekirina kelûpelên girîng pêwîst in, nema. Gel ji bo beşdarî xwepêşandanan bibe ber bi paytextê ve herikîn.

Xwepêşander ji ber pirsgirêkên aborî, Rajapaksa tawanbar dikin.

Polîsan şeva Înê li Colombo û çend deverên din ên mezin qedexeya derketina derve ferz kirin, lê sibeha Şemiyê qedexe bi dawî kirin.

Di Nîsana borî de, Srî Lankayê ji ber kêmbûna diravên biyanî, rawestandina vegerandina deynên biyanî ragihand.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe jî meha borî got ku aboriya welêt têk çûye.

Bi giştî deynê derve yê Srî Lankayê 51 milyar dolar e û divê heta dawiya sala 2027an, 28 milyar dolar vegerîne.