Kazimî daxwazekê ji hêzên siyasî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Mûsilê ve daxwazekê arasteyî hêzên siyasî dike.

Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, Kazîmî îro di serdana xwe ya bo Mûsilê de ragihand: “Ez bang li hêzên siyasî dikim, berpirsariya xwe li hember rewşa siyasî hilgirin.”

Diyar kir jî, Kazimî îro serdana parêzgeha Neynewayê kir û ligel parlamenter û berpirsên parêzgehê civiya.

Derbarê rewşa parêzgeha Neynewayê de Kazimî tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera desthilatên yasayî û cibicîkirin kir.

Civîna Kazimî ligel parlamenter û berpirsên parêzgeha Neynewayê 

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê pêştir jî ragihandibû ku Kazimî îro di roja yekem a cejna Qurbanê de serdana Mûsilê kir û di civînekê bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re, behsa rewşa bajêr kir û tekezî li bicihbûna aramî û ewlehiyê kir.

Di wê derbarê de Serokwezîrê Iraqê li Twittera xwe nivîsî: “Mûsil berî 5 salan ji aliyê qehremanên artêşa Iraqê, Dijeteror, Polîsa Federal, Pêşmerge û tevahiyê hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.