Akar: Me operasyona Til Rifet û Minbicê bi paş nexistiye

Akar: YPG ji cihên di sala 2019an de hatine diyarkirin venekişiya ye
Hulusî Akar
Hulusî Akar

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku operasyonên wan li dijî PKK û YPGê didomin. Akar got ku wan operasyona Til Rifat û Minbicê jî bi paş nexistine.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li bajarê Colemêrgê serdana serbazên Tirkiyê kir. Akar ji kanaleke Tirkiyê re axivî û tekezî li ser pêkanîna operasyona li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û got, ji Minbic û Til Rifatê li dijî hêzên wan êriş pêk tên û ew li hemberî vê yekê bêdeng namînin.

Li ser pirsa di lutkeya Madrîdê ya NATO’yê de operasyona wan a li Sûriyê hatiye paşxistin, Akar wiha got: “Ti biryarek wiha nehatiye dayîn. Em bi biryar in di bin serokatiya Erdogan de tiştê pêwîst be bikin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê rexne li Rûysa û Amerîka girt ku rêkeftina 2019an a nehatiye cîbicîkirin û destnîşan kir ku YPG ji cihên hatine diyarkirin venekişiya ye û hevalbendên wan jî sozên xwe bi cih neanîne.

Akar derbarê egera operasyonê û rûdana şer ligel hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê jî wiha got, ew hêvîdar in bûyereke wisa çênebe, pêwendiyê wan ligel Rûsya û Amerîka didom in û divê Amerîka dawî li piştgiriya ji bo YPGê bîne.