Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji 884 proje cibicî kirine

Di sê salên temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 884 proje bi 840 milyar Dînar hatine bicihkirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sê salên temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetir ji 884 proje bi 840 milyar Dînar hatine bicihkirin.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10ê Tîrmeha 2019an dest bi karê xwe kir û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara pêkanîna hikûmetê de ragihand, hemû kar ji bo berjewendiyên xelkê dikin û armanca wan xizmetkirin e.

Di sê salên temenê Kabîneya Nehem de, 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan xerc kirine.

392 milyar Dînar ji projeyên rêyan, 282 milyar Dînar ji bo projeyên şarewaniyê û 25 milyar Dînar ji bo projeyên elektirîkê hatine xerckirin.

Her wiha Kabîneya Nehem bi 37 milyar Dînar jî ji bo hevkariya ligel cokaran, çend saylo hatin avakirin.

Heta niha jî, 26 milyar Dînar ji bo sektora perwerde, 25 milyar Dînar jî projeyên bişticihbûnê, 22 milyar Dînar ji bo projeyên bendavan û 31 milyar Dînar jî ji bi sektorên cuda hatine xerckirin.

Ew proje, li gor pêwîstiya parêzgehan hatine cibicîkirin ku li parêzgeha Hewlêrê 299 proje, li parêzgeha Silêmaniyê 277 proje, li parêzgeha Duhokê 233 proje û li parêzgeha Helebce jî 69 proje hatin cibicîkirin. Ji bilî wê jî 6 projeyên giştî hatin encamdan.

Ligel cibicîkirina projeyan, hevkariya bi cotkaran re û dabînkirina 800 milyon lîtr gazewil ji bo wîstgehên berhemanîna elektirîkê, di heyama sê salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 570 milyon Dolar qerz dane.

Ji bo bersivdana li pirsên parlamenteran jî, 96 caran wezîr û berpirsên bilind ên hikûmetê çûna Parlamentoya Kurdistanê û 275 caran jî beşdarî civînên komîteyên parlamentoyê bûne.