Zelensky 5 balyoz ji kar dûr xistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê balyozên Ukraynayê yên li Almanya, Hindistan, Çek, Norwêc û Macaristanê ji kar dûr xistin.

Li gor biryara ku li ser malpera Serokatiya Ukraynayê hatiye weşandin, Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy 5 balyozên xwe ji kar dûrxistin, bêyî ku sedema wê biryarê diyar bike.

Zelensky di daxuyaniya xwe de got: "Di derbarê ji kar avêtina çend balyozên Ukraynayê de biryarname hatine îmzekirin. Ev beşek ji guhartina normal a pratîka dîplomasiyê ye. Nûnerên nû yên Ukraynayê dê ji bo Komara Çek, Almanya, Macarîstan, Norwêc û Hindistanê bên diyarkirin. Namzet ji aliyê Wezareta Karên Derve ve tên amadekirin.

Zelensky bang li dîplomatên xwe kir ku piştgirî û alîkariya leşkerî ya navdewletî ji Ukraynayê re kom bikin, de demekê de ew hewl didin rûbirûyî êrîşa Rûsyayê ya ku di 24ê Sibatê de dest pê kiriye, bibin.

Welatên rojavayî ji bo ku li hember operasyonên Rûsyayê bisekinin, alîkariyan pêşkêşî Ukraynayê dikin, lê Zelensky giliyên xwe venaşêre ku di nav qeyranê de welatên rojava bi têra xwe piştgirî nedaye Kîev.