Êzidî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan dikin

Parlamentoya Federal a Almanyayê tawanên DAIŞê yên di derheqê Kurdên Êzdî de weke jênosîd nas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan û Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan, pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina komkujiya Êzidiyan wek jênosîd dikin ku ev biryar dê bandora wê li ser rewşa Êzidiyan bi giştî bike.

Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) roja Pêncşemê 7ê Tîrmeha 2022an, tawanên DAIŞê yên di derheqê Kurdên Êzdî de weke jênosîd nas kir.

Di wê derbarê de Kerîm Silêman bi nûnertiya Mîrê Êzidiyan û Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan îro 10ê Tîrmeha 2022an di konferanseke rojnamevanî li Laleşê de ragihand, “Ev heşt sal in qirkirin di derheqê me de hatiye kirin. Niha hejmarek ji welatên Ewropa vê qirkirinê qebûl dikin, bi taybet jî ku niha Almanya wek welatekî giring û bihêz çi li ser asta cîhanê û çi li ser asta Ewropa bi xwe de jî ev komkujî qebûl kir. Em spasiya Almanyayê de û ev biryara wê dê bandoreke wê ya baş li ser rewşa Êzidiyan bi giştî hebe û bi taybet jî Êzidiyên li Almanyayê dimînin, ji ber ku ew jî ji ber komkujiyê derketine.”

Pêştir Netewên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropayê û 10 welatên cîhanê yên wek Amerîkayê, Belcîka, Kanada û Hollanda tawanên DAIŞê yên li dijî Êzdiyan wek jenosîd nas kirine.

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî ser Şingalê û derdora wê kir. Di encamê de bi sedan Kurdên Êzidî bi komî kuştin, herwiha zêdeyî 6400 keç, jin û zarokên Êzdî revandin û bi hezaran Êzidî koçber û derbider bûn.