Rêbaz Hemlan: Hikûmeta Herêmê deyn nekir û gelek deynên xwe dan

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan ragihand, yek ji destkeftên girîng ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê ew e ku ne tenê me deyn nekir, me gelek deynên xwe dan.

Hewlêr (K24) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan ragihand, yek ji destkeftên girîng ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê ew e ku ne tenê me deyn nekir, me gelek deynên xwe dan.

Rêbaz Hemlan bi boneya salvegera sê saliya pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û diyar kir: “Bernameya Kabîneya Nehem di navbera aliyên beşdar ên hikûmetê de hevbeş e. Di van sê salên kabîneyê de, salek ji ber qeyrana Koronayê astengiya mezin dirust bû, liv û tevger kêm bû û asta dahatê daket. Ji ber vê yekê, hikûmetê du sal bi awayekî aktîv karî karên xwe bi başî bimeşîne.”

Hemlan eşkere kir, di dema borî de di bin çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de beşeke mezin a xerciyên hikûmetê hatine kêmkirin. Weke mînak; salane bi qasî 3 milyar Dolar ji bo wêstgehên elektrîkê, me gaz dikirî, lê belê di vê kabîneyê de li Kêlgeha Kormor gaza sirûştî tê berhemanîn û elektrîk pê tê dabînkirin, eger em ji bazara cîhanê gazê bikirin, salane bihayê wê dike milyarek Dolar. Ango dahata me zêde bû û me xerciyeke mezin kêm kir.

Herwiha diyar kir: “Di van şeş mehên borî de 3 milyar û 191 milyon Dolar hatiye xerckirin ji bo mûçeyên van şeş mehên borî, ku mûçe di dema xwe de hatin dayîn, ji wî pereyî, ku hatiye dabeşkirin, tenê 400 milyar Dînar ya hikûmeta Iraqê ye, ewên din yên me ne.”

Rêbaz Hemlan bal kişand ser destkefteke din a Kabîneya Nehem û got: “Xaleke girîng a vê kabîneyê ew e ku, tevî hemû zextan, em neketin bin barê deynkirinê, tevî wê yekê ku me deyn nekir, me karî ji dahata petrolê milyarek û 666 milyon Dolar deynê xwe bikin. Ango ew deynê ku beriya niha behsa wî dihat kirin, beşeke wî ya mezin hat kêmkirin.”