Rûsya û Amerîka li ser gihandina alîkariyan bo Sûriyê nakok in

Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan, raspardeya gihandina alîkariyên mirovî bo çar milyon welatiyên Sûriyê, ji bo şeş mehên din dirêj kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan, raspardeya gihandina alîkariyên mirovî bo çar milyon welatiyên Sûriyê, ku ji ber birçîtiyê gefa mirinê li ser wan e, ji bo şeş mehên din dirêj kir. Rûsya vê biryarê red dike û welatên din jî hewl didin navbeynkariyê bikin.

Encûmena Asayîşê bi piraniya dengan biryara şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî bo şeş mehan dirêj kir. Amerîka, Fransa û Brîtanya jî, dûr dibînin ku di vê demê de bikarin alîkariyên pêwîst bo xelkê Sûriyê were gihandin.

Rûsya vê biryarê red dike û astengî li ber cîbicîkirina biryarê dirust dike, Amerîka li ser vê mijarê rexne li Rûsyayê digre ku rêgirî li gihandina alîkariyan bo çar milyon kesan dike, ku metirsiya mirinê li ser wan e.

Rêkxerê Alîkariyên Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths ji kanala CBC ya Kanadayê re ragihandiye, alîkariyên mirovî ji pêwîstiyên xurek, derman û penagehan pêk tên, eger demildest neyên gihandin, dê beşeke mezin ji nişteciyên çend deverên Sûriyê dê canê xwe ji dest bidin.

Li ser vê mijarê Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield eşkere kir, eger Neteweyên Yekbûyî helmeta dabînkirin û gihandina xurekan birêve nebe, rêxistinên din nikarin %70ê wan alîkariyan bigihînin Sûriyê.

Cîgirê Balyozê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Dmitri Polyanski jî bersiv daye Linda Thomas-Greenfield û gotiye: “Rûsya hewla têkbirina prsoeya gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê nade, em tenê dixwazin ev helmet zelaltir û aktîvtir bibe.”