Kurdên li xerîbiyê bêriya cejnên li Kurdistanê dikin

Malbata Temel ku 30 sal beriya niha ji neçarî ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Enqera paytexta Tirkiyê, hewil didin edetên berê li Enqerê jî berdewam bikin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Malbata Temel ku 30 sal beriya niha ji neçarî ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Enqera paytexta Tirkiyê, hewil didin edetên berê yên li welatê xwe di cejnana de pêk dianîn, li Enqerê jî berdewam bikin. Endamên malbatê ku xweziya xwe bi cejnên berê tînin, dibêjin li Enqerê qet tehma cejnê tune ye.

Di cejnan de yek jî kelepora sereke ew e ku mirov serdana kesûkar û mezinên xwe dike. Ev kelepora qedîm ya cejnan herçiqas li Enqera paytexta Tirkiyê neyên vejandin jî malbatên Kurd yên ku bi dehan sal beriya niha gund û warên xwe terikandine hatine Enqerê dîsa jî vê keleporê didomînin.

Malbata Temel ku nêzî 30 sal beriya niha ji gundê Kotranisê yê ser bi bajarê Colemêrga Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Enqerê, wek berê serdana hev du dikin û cejna hev du pîroz dikin.

Tevî ku serdana hev du bikin jî mezinê malê Hisên Temel dibêje, ew cejnên berê her danê xwarinekê li malekê dibûn, li Enqerê tune ye.

Hisên Temel ji K24ê re diyar kir: “Vê gavê ez mezinê vê malê me. Ez bêjim hûn dê hemû bêne eyda min, min firavîna hewe çêkiriye hûnê firavînê mala min bixwin bi şev dê biçine mala Heyran bixwin taştê dê biçine mala Weysî bixwin. Em hema hoto mehlan digeriyan wekî din eydên feqîran hemûyan pîroz dikirin. Xwedê eydên Enqere hema rastî xweş e eva em hatine eydê em kes kesê nedît hema heke camêrekî wekî Weysî ku bi serdana min bike bêje ku tu çawa yî nexwe eyd nîne.”

Xiyal Temel jî ku 30 sal beriya niha daye pey hevjîn û zarokên xwe û hatiye Enqerê bi sed xweziyan bo me behsa kar û barên jinên Kurd yên di eydên berê de dike.

Xîyal Temel dibêje: “Em radibûn serê sibehê bo firavînê, me goştê xwe dana ser, me birincê xwe çêdikir, mastê xwe tiştê xwe hemû hazir dikir hema ho bû davo. Sê rojan jinikan nedişiyan derkevin heta eydên me dihatine pîrozkirin. Zilam dihatin jinkak şeklame didan. Heta roja çarê êca dora jinikan bû. Jinik jî da diçûne malên cîranan rûnêne xwarê nanî bixwin çayê vexwin. Berê hêzik hemin jinik diçûne tê de digotin em ê gunehên xwe daqutin. Diçûne hêzikê de xwe dadidan.”

Herwiha xwediyê malê Hisên Temel amaje pê dike li taxa wan 350 malên Kurd hene  û ev her çar rojên cejna Qurbanê ne wek berê be jî diçin malên hev û cejna hev du pîroz dikin.