Li Seyîdsadiq termê pêşmergeyek hat dîtin

Li ser laşê wî şûna gulleyê heye.

Helebce (K24) – Li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê termê pêşmergeyek hat dîtin û li ser laşê wî şûna gulleyê heye.

Peyamnêra Kurdistan24ê Evîn Eta ragihand: “Îro termê pêşmergeyek bo beşa hawarçûnê ya Nexweşxaneya Şehîd Şewket a li navçeya Seyîdsadiq hat veguhestin, ku şûna gulleyê li ser laşê wî diyar bû. Piştî rêkaran, termê wî bo Tiba Dadî ya Silêmaniyê hat veguhestin.”

Jêderekî agahdar ji K24ê re ev agahî piştrast kir û got: “Ew pêşmerge jidayîkbûyê sala 1991 e û navê wî Şaxewan Ebdullah e û pêşmergeyê berevanî û hawarçûnê bû.”

Li gor gotina kesûkarên pêşmerge, ew ji şevê ve diyar nebû û îro termê wî hat dîtin.