YNK: Dadgehê giliya Lahûr Cengî red kiriye

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew giliya ku Lahûr Cengî li Dadgeha Kerxê ya Bexdayê tomar kiribû, hatiye redkirin.

Hewlêr (K24) – Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew giliya ku Lahûr Cengî li Dadgeha Kerxê ya Bexdayê tomar kiribû, hatiye redkirin.

Jêderekî ji YNKê ji medyaya fermî ya partiya xwe re ragihandiye: “Dadgeha Kerxê ji 12ê Hezîranê ve giliya parêzerê Lahûr Cengî Burhan red kiriye. Ji ber rêzgirtina li rêkarên îdarî û yasayî, me nedixwest derbarê vê mijarê de tiştek belav bikin, lê belê ji bo jiholêrakirina gotegotên nerewa, pêwîst bû ku em belav bikin.”

Medyaya YNKê diyar kiriye: “Ew îdia û gotegotên di van rojên bêhnvedanê de hatine belavkirin, ti esl û esasê wan tune ye û ji rastiyê dûr in.”

Roja 8/7/2021ê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî ji postê hevserokatiyê û hejmarek endamên serkirdetiyê ji rêzên YNKê dûr xistin. Piştî wê bûyerê, Lahûr Cengî li Dadgeha Kerxê ya Bexdayê gilî tomar kir.

Herwiha YNKê di medyaya xwe ya fermî de ji bo selimandina redkirina giliya Lahûr Cengî ji aliyê dadgehê ve, çend nivîsên fermî belav kirine.