Endamên Encûmena Asayîşê ji bo gihandina alîkariyan mirovî bo Sûriyê li hev kirin

Lihevkirin li gorî daxwaz û pêşniyarên Rûsyayê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser dirêjkirina dema mîkanîzma gehandina alîkariyên mirovî ji aliyê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê li hev kirin.

Ajansa “Frans Press” ragihand, 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li ser dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî li ser sînorê Sûriyê bo 6 mehan li hev kirin.

Ajansê ji zarê dîplomatan ragihand ku lihevkirin li gorî daxwaz û pêşniyarên Rûsyayê hat kirin.

Li ser vê lihevkirinê, biryar e îro Sêşemê welatên endamên Encûmena Asayişê deng li ser projebiryara ku ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatiye pêşkêşkirin û guhertin tê de hatiye kirin, bidin.

Projebiryara Îrlanda û Norwêcê destpêkê ji bo dirêjkirina gihandina alîkariyên navdewletî ji bo salekê û bêyî hemahengiya ligel Hikûmeta Sûriyê hatibû pêşkêşkirin, lê roja Îna borî Rûsyayê vetoya xwe li hemberê bikar anîbû û ew projebiryar asteng kiribû.

Biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Hawa) re bo bakurê rojavayê Sûriyê di 10ê Tîrmeha 2022an de bi dawî bûbû.

Di navbera 4 û 5 milyon Sûrî li Idlibê dijîn, piraniya wan piştî ku deverên ji aliyê rêjîmê ve hatin bombebarankirin, reviyane û koçberî Idlibê bûne.