Wezareta Pêşmerge: Di hemû operasyonên hevbeş de armancên mezin bi dest hatin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo têkbirina terorîstan, di hemû wan operasyonên hevbeş de ku hatine encamdan, armanca mezin bi dest hatin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo têkbirina terorîstan, di hemû wan operasyonên hevbeş de ku hatine encamdan, armanca mezin bi dest hatin.

Wezareta Pêşmerge duh 11ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Berpirsê Hêzên Fransa yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Lans kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, birêveçûna proseya çaksaziyê û yekeyên serbazî yên li nav wezaretê hatin gotûbêjkirin û bi girîngî rola tîmên çaksaziyê di pêşxistina proseyê de, bilind hat nirxandin.

Herwiha hat diyarkirin, li ser mijara rahênan û perwerde, encamên operasyonên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeymanan hat axaftin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di hemû operasyonên hevbeş de ku ji bo têkbirina terorîstan hatine encamdan, armancên mezin bi dest hatin.