Putin serdana Tehranê dike

Parlamenterê Îranê Mihemed Reza Pûr Îbrahîmî ragihand, hefteya bê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê serdana Tehranê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Îranê Mihemed Reza Pûr Îbrahîmî ragihand, hefteya bê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê serdana Tehranê bike.

Mihemed Reza Pûr Îbrahîmî ji medyaya Îranê re ragihandiye, Rûsya li ser berfirehbûna pêwendiyên aborî yên ligel Îranê cidî ye, Putin jî di serdana xwe de kar li ser vê armancê dike û gotûbêjên wî yên ligel rayedarên Îranê dê li ser vê mijarê be.

Parlamenterê Îranê eşkere kir, ji ber sizayên rojavayê cîhanê li ser Rûsyayê, girîngîdana Moskowê ji bo pêwendiyên aborî û bazirganî yên ligel Tehranê, zêde bûye.

Berdevkê Koşka Kremlînê Dimitry Peskov beriya niha ragihandibû ku Serokê Rûsyayê serdana Îranê bike. Li gor daxuyaniya parlamenterê Îranê, hefteya bê, Putin dê biçe Tehranê, lê belê roj û dema wê diyar nekiriye.