Pentagon: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.

Berdevkê Fermandarê Fermandariya li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re ragihandiye, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr El 'Egal ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi rêya êrîşeke dronê hat kuştin.

Herwiha eşkere kiriye, Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, êrîşî wî hat kirin.

Îro jêderekî xwecihî ji Efrînê ji K24ê re got, danê nîvro droneke nenas motorsîkletek li geliyê Kêl Êhme yê di navbera gundê Xalta û Miskê de bombebaran kir.

Roja 28ê Hezîrana borî jî motorsîkleta serkirdeyê El-Qaîde Ebû Hemze El-Yemenî li gundewarê Idlibê ji aliyê droneke Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû armanckirin û hatibû kuştin.