Zaxarova: Eger şerê rasterast ligel Amerîka û Ewropayê rûbide, dê şerê atomî dest pê bike

Wezareta Derve ya Rûsyayê di çarçoveya geşedanên şerê Ukraynayê de ragihand, Washington û hevpeymanên wê, arasteya şer ber bi asta metirsîdar dibin, heta bikaranîna çekê atomî.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê di çarçoveya geşedanên şerê Ukraynayê de ragihand, Washington û hevpeymanên wê, arasteya şer ber bi asta metirsîdar dibin, heta bikaranîna çekê atomî.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi rêya malpera wezareta xwe ragihand, Washington û hevpeymanên wê, sedema derketina şerê Ukraynayê ne.

Mariya Zaxarova diyar kir, welatên rojava şerekî tirsnak li dijî Rûsyayê derxistine, lîstik ber bi wê arasteyê ye ku di siberojê de rûbirûbûna rasterast çêbibe.

Zaxarova eşkere kir, metirsiya rûbirûbûna van welatan jî di wê yekê de ye ku hemû xwedî çekên atomî ne. Herwiha nîgeraniya xwe jî li ser vê mijarê aniye ziman û gotiye: “Eger şerê rasterast ligel Amerîka û Ewropa rûbide, dê şerê atomî dest pê bike.”

Beriya niha jî Cîgirê Serokê Encûmena Asayîşa Rûsyayê Dmitry Medvedev pêşbîniya serhildana şerê atomî kiribû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser vê mijarê diyar kiriye, "Rûsya yarî bi mijara şerê atomî nake".