Joe Biden di destpêka serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de gihîşte Îsraîlê

Biden ji bo berfirehkirina hevkariya li dijî Îranê, dê bi berpirsên Îsraîlî re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê gihîşt firokexaneya Ben Gurion a Îsraîlê, da ku dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn bike, ku ji Îsraîlê dest pê dike û piştre dê berê xwe dide Erebistana Siûdî.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog û Serokwezîr Yaîr Lapîd firokexaneya Ben Gurion li pêşwaziya Serokê Amerîka Joe Biden bûn.

Serokê Amerîka dê îro bi berpirsên Îsraîlî re bicive, di hewlekê de ji bo berfirehkirina hevkariya li dijî Îranê. Tê çaverêkirin ku ew agahdariyan li ser Iron Dome û pergalên parastina hewayî yên Îsraîlê werbigire.

Roja Înê jî Biden dê li Beytlehmê bi Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mehmûd Ebas re bicive.

Têkiliyên di navbera Washington û Filistîniyan de di dema Biden de baştir bûn, piştî ku di dema serokê pêştir Donald Trump de ku piştgirê hişk ê Îsraîl bû, daket asta herî nizm.

Biryar e Biden roja Înê bi “Air Force One” bi awayekî rasterast bifire Jeddah ku dibe yekem geşta rasterast a navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de ku heta niha dewleta Îsraîlê nas nekiriye.