Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Mexmûrê civiyan

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevbeş derbarê baştirkirina pêwendiyan li ser asta fermandariyên meydanî de civiyan.

Hewlêr (K24) – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevbeş derbarê baştirkirina pêwendiyan li ser asta fermandariyên meydanî de civiyan.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro çarşemê 13ê Tîrmeha 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand: “Li baregeha Mîhwera 6 a li Mexmûrê, bi serperiştiya Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukn Îsa Uzêr û Serokerkanê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Ferîq Rukn Hamîd Lefte, civîneke din a hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de birêve çû.”

Li gor daxuyaniyê, Fermandarê Hêzên Fransa yê li Iraq û Herêma Kurdistanê Kolonel Lans û şêwirmendên Amerîkayê, di civînê de amade bûn û rewşa ewlehiyê ya navçeya hevbeş, pêwendî û hevahengiyên navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, gotûbêj kirin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de tekezî li ser baştirkirina pêwendiyan li ser asta fermandariyên meydanî hat kirin, bi awayekî ku li hemû navçeyê bikarin hevahengiyeke baştir pêk bînin.

Herwiha geşedanên erênî yên ku derketine holê, hatine gotûbêjkirin, şiyanên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ji bo rûbirûbûn û têkbirina metirsiyan, bi başî hatine nirxandin.

Ji bo baştirkirina rewşa asayîşa navçeyê, biryar hatiye dayîn ku hevkarî û hevahengiyên navbera herdu aliyan bidomînin.