Li civîna Stenbolê li ser hinardeya genimê Ukraynayê rêkeftin hat kirin

Civîna çar alî ya şandeyên leşkerî yên Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û berpirsên Neteweyên Yekbûyî ya derbarê krîza genimê Ukraynayê de ku li Stenbolê pêk hat, bi dawî bû.

Stenbol (K24) - Civîna çar alî ya şandeyên leşkerî yên Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û berpirsên Neteweyên Yekbûyî ya derbarê krîza genimê Ukraynayê de ku li Stenbolê pêk hat, bi dawî bû.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, di civînê de ku bi awayekî pozîtîv derbas bû, hemû aliyan ji bo çareserkirina babetên teknikî yên wek pêkanîna asayîşa rêgeha genim, li hev kirine.

Hulusî Akar got: “Ji bo xebatên tên kirin biçe serî mekanîzmayekê dê bê avakirin û nûnerên aliyên pêwendîdar tê de cih bigirin. Şandeyên Rûsya û Ukrayna hefteya bê li Tirkiyeyê dê careke din kom bibin.”

Şandeyên leşkerî yên Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û berpirsên Neteweyên Yekbûyî bi mebesta gotûbêjkirina hinardekirina genim ji Ukrayna bo welatên cuda û bo bazara navdewletî li Stenbolê kom bûn. Di civîna çar alî de krîza genim û çareserkirina krîzê hat gotûbêjkirin.

Piştî civînê Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar derbarê encama kombûnê de daxuyaniyekê belav kir.

Akar got: “Her çar alî li hev kirine ku bo çareseriya krîza genim li Stenbolê navendeke koordînasyonê/mekanîzmayekê dê bê avakirin û tê da nûnerên çar aliyan (Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, Rûsya, Ukrayna) dê cih bigirin.”

Herwiha eşkere kir: “Hefteya bê, şandeyên Rûsya û Ukrayna careke din dê li Tirkiyê bicivin. Di civîna duduyan de hemû hûrgiliyên li ser hinardekirina genim dê were axaftin û xebatên hatine kirin li ser belegeyekê dê were îmzekirin. Di civîna çar alî ya li Stenbolê de aliyên pêwendîdar ji bo kontrolên hevbeş li benderan bên kirin, li ser rêgehên ku genim dê bên hinardekirin asayîş û tedbîr bên girtin, li hev kirine.”

Piştî şerê Rûsya û Ukrayna ku di nava mezintirîn hinardekarên genim yên welatên cîhanê de cih digirin, hinardekarina genim bo bazara navdewletî hatibû rawestandin û ji ber vê krîzeke cîhanî ya genim rûda.

Ji ber dorpêça Rûsyayê ya li bendera Odessaya Ukraynayê, 25 milyon ton genim û 20 keştiyên mezin sekinîne.