Almanya di piştevanîkirina Pêşmerge de berdewam dibe

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê ya Almanyayê General Markus Laubenthal serdana Wezareta Pêşmerge kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê îro di konferanseke hevbeş de tekezî li berdewamiya piştevaniya Almanya bo hêza Pêşmerge dikin.

Şandeke Wezareta Bergiyê ya Almanya bi serokatiya Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê General Markus Laubenthal serdana Wezareta Pêşmerge kir û di konferanseke rojnamevanî de got: “Gelekî giring e ji bo min, serdana Iraq û Kurdistanê bikim û rewşê bibînim.”

Derbarê mana hêzên Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê de, General Markus Laubenthal got: “Ez ê gelek zanyariyan bi xwe re bibim. Di meha Cotmeha bê de, li Almanyayê dê biryar li ser vê pirsê were dayîn.”

Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê tekezî li ser wê yekê kir, piştevaniya Almanaya ji bo hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam be.

Derbarê hevkariyên serbazî yên Almanya ji hêzên Pêşmerge re ku ji heyama salekê ve hatine rawestandin, General Markus Laubenthal got: “Ji ber şerê li Ukraynayê, gelek pirsgirêkên ewlekariyê ji Almanyayê re çêbûn. Almanya û welatên din gelek piştevanî dan Ukraynayê, ji ber wê pêwîst e pêşniyarên nû ji bo vê navçeyê bê kirin, lê belê dikarin piştrast bikim ku piştevaniya bo Ukrayna û dabînkirina şêwirmendê serbazî bo hêzên Pêşmerge dê berdewam bin.”

Cîgirê Wezîra Berevaniyê yê Almanyayê got jî: “Giring e hêzeke xurt li herêmê hebe. Pêwîst e hemû alî bi hev re kar bikin bilindkirina karîna wan di rûbirûbûna terorê de. Em wek Almanya her tiştê ji me bê xwastin em ê bikin, lê divê pirsgirêk jî li ber çavan werin girtin.”

Ji aliyê xwe ve, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn got: “Serdana Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê û şanda pê re bo Wezareta Pêşmerge, peymana piştevaniyê ye.”