Cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed dê li Mehabadê were veşartin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, Komara Îslamî ya Îranê razî bûye ku termê Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê were veşartin.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, Komara Îslamî ya Îranê razî bûye ku termê Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê were veşartin.

Omêd Xoşnaw diyar kir, roja duşemê di demjimêr 09:00ê de cenzaeyê Elî Qazî dê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bigihîje Kurdistanê û piştre bi merasîmekê, ber bi bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bi rê bikeve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî erkê anîna termê Elî Qazî ji Almanyayê bo Hewlêrê, girtibû ser xwe.

Roja yekşemê 10ê Tîrmeha 2022yan Elî Qazî, yekane kurê Pêşewa Qazî Mihemed di temenê xwe yê 89 salî de li bajarê Bonn yê Almanyayê koça dawî kir.

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamên xwe de sersaxî li malbata Pêşewa Qazî Mihemed kiribûn û xemgîniya xwe nîşan dabûn.

Elî Qazî di sala 1933yan de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di dema darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de temenê wî 13 salî bûye. Çend sal piştî hilweşîna Komara Kurdistanê, ber bi welatê Almanyayê koç kiriye û li wê derê niştecî bûye.

Di salên borî de vegeriya Başûrê Kurdistanê û bû Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê.

Elî Qazî ji ber nexweşiya xwe dest ji serokatiya wê partiyê berda û ji bo tedawiyê vegeriya Almanyayê û roja 10ê Tîrmeha 2022yan di temenê xwe yê 89 salî de koça dawî kir.