Li Diyarbekirê ji sedî 50 testên Koronayê pozîtîv derdikevin

Ji dawiya meha Hezîranê ve vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din di zêdebûnê de ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji dawiya meha Hezîranê ve vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din di zêdebûnê de ye û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê li bajarên wek Diyarbekirê %50yê testan pozîtîv derdikevin. Bijişk dibêjin sedem ew e civak wekî ku pandemî bi dawî bûye tevdigere.

Li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê pêketiyên Vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibin û bi teybetî jî li Diyarbekirê her roj hijmareke zêde ya welatiyan tûşî vîrusa Koronayê dibin.

Derbarê dubare zêdebûna Koronayê de bijîşk balê dikêşin di piraniya civakê de û di saziyên fermî de jî rewşek wisa heye wekî ku pandemî bi dawî bibe û ev rihetî bû sedem ku Korona careke din bi hijmareke zêde belav bibe.

Sekreterê Jûra Bijişkên Diyarbekir Dr. Firat Akengin ji K24ê re ragihand: “Beriya her tiştî ez vê yekê bejim, pandemî bi dawî nebûye. Bi teybetî di wesaîtên rêwiyan ên nav bajêr de û di nexweşxaneyan de bergirî hatin sistkirin, an jî hatin rakirin ev yek bû sedema zêdebûnê. Wek mînak êdî maske nayên bikaranîn, karantina nayê cîbicîkirin û hijmara tîmên Koronayê gelek kêm in.”

Li Nexweşxaneyên Diyarbekirê di xalên pişkinînan de ji welatiyên bi gumana Koronayê serî li nexweşxaneyê didin rêzên dirêj derdikevin holê. Gelek welatî di bin tava dijwar de dikevin rêza testê.

Welatiyek diyar dike: “2 demjimêr in ez li vê derê di rêzê de me. Ji bo testa Koronayê hatim. Hîn dora min nehatiye.”

Welatiyekî din jî dibêje: “Ez ji bo Koronayê hatim. Serê min û qirika min diêşe.”

Herwiha welatiyek jî destnîşan dike: “Temenê min 60 salî ye. Li benda testê me. Hîn dor nehatiye, bijişk jî tune.”

Li gorî daneyên Jûra Bijişkên Diyarbekir li bajêr rojane kêm zêde navbera 800-1200î  de test tên kirin û ji van jî navbera 400-600î de ango %50yê testan pozîtîv derdikevin û li ser vê rewşê bo kesên bixwazin mafek din ê vaksînbûnê hat nasîn.

Navbera 27ê Hezîran û 3yê Tîrmehê de li tevahiya Tirkiyeyê 57 hezar û 113 kes tûşî koronayê bûne û di navbera 4-10ê Tîrmehê de ev hijmar bûye 117 hezar û 95 ku ev yek ji %100î jî zêdetir e.