6 sal di ser hewla kudetaya 15ê Tîrmehê re derbas bûn

Hewla kutedaya leşkerî ya li Tirkiyê bûbû sedema mirina 251 kesan û birîndarbûna zêdetirî 2 hezar kesan.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - 6 sal di ser hewla kutedaya leşkerî ya li Tirkiyê derbas dibin ku bû sedema mirina 251 kesan û birîndarbûna zêdetirî 2 hezar kesan.

Di şeş salên borî de li gorî daneyên fermî ji ber ku pêwendiya wan bi rêxistina Fethullah Gulen ku berpirsê vê kudetayê tê zanîn heye, 315 hezar kes hatin binçavkirin, derbarê 117 hezar û 208 kesan biryara girtinê hate dayîn.

Heta niha 29 hezar 455 kes fîrar kirine, ji bo 1634 kesan cezayê giran yê heta hetayî hatiye dayîn û 20 hezar kes jî niha girtî ne. Herwiha ji 110 welatan daxwaza radestîkirina hezar û 133 kesan hatiye kirin.

Li gorî beşek pisporan hikûmet hêj berpirsê vê kudetayê Amerîka û Ewropa dibîne û ev hewla kudetayê ji bo guherîna rejîma Tirkiyê pêk hatibû.

Pisporê Siyaseta Navxweyî Prof.Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re diyar kir: “Hikûmet û aligirên hikûmetê kudetaya 15ê Tîrmehê weke operasyona Amerîkayê ya dijî Tirkiyê dibîne. Bi vê kudetayê dihate armanckirin ku rejîma heyî ya Tirkiyê temamî bê guhertin. Ji ber vê çendê jî hikûmet gellek giringiyê dide 15ê Tîrmehê. Bi ya min jî ev hewla kudetayê dijî Tirkiyê bû û biserbiketa dê li Tirkiyê qaosek mezin çêbiba.”

Beramberî vê yekê li gorî hin şirovakarên siyasî jî hikûmetê ji bo xwe ev hewla kudetayê wek xêra xwedê dît û bi vê yekê di serî de Kurd tevahiya civaka nerazî hate tepisandin.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr. Ahmet Ozer ji K24ê re eşkere kir: “Serokwezîrê wê heyamê gotibû ev hewla kudetayê ji bo wan Xêra Xwedê bû. Ji ber ku hikûmet bi her awayî gelek tengasî bibû. Civak ji rêveberiyê nerazî bû, hêza siyaseta Kurd û muxalefetê zêde dibû ber vê çendê hikûmetê nedikarî çi bike. Lê piştî ku ev hewla kudetayê pêk hat hikûmetê demildest rewşa awarte ragihand û di serî de Kurd civak û maxalefet hat bêdengkirin û hîna jî ev rewşa awarte didome.”

Herwiha 11 roj piştî hewla Kudetayê di Tîrmeha 2016an de rewşa awarta ya ku hate ragihandin 7 caran hate dirêjkirin û heta 2018an 2 salan bê navber berdewam kir û di rewşa awarte de 26 biryarnameyên di hikmê yasayî de hatin ragihandin.

Bi wan biryarnameyan 205 saziyên medyayê û 375 komele û rêxistin hatin girtin ku piraniya wan medya û saziyên Kurdan bûn û 6 hezar û 81 akademîsyen jî ji zankoyan hatin dûrxistin.