Amerîka ji welatiyên xwe daxwaz dike ku ji Ukraynayê derkevin

Balyozê Amerîka yê li Kîevê hişyariyê dide welatiyên welatê xwe.
Avahiyek piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, wêne: AFP
Avahiyek piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor nûçeyeke AFPê, Balyozê Amerîka yê li Kîevê ji welatiyên Amerîkayê daxwaz dike ku Ukraynayê bi cih bihêlin.

Balyozê Amerîka yê li Kîevê di daxuyaniyekê de hişyariyê dide welatiyên welatê xwe û dibêje, ji ber êrîş û bombebaranên berdewam ên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, daxwazê ji welatiyên xwe dikin ku serdana Ukraynayê nekin.

Herwiha Washington daxwaz dike, welatiyên Amerîkî yên li Kîevê, demildest bi rêya bejahiyê, Ukraynayê bi cih bihêlin û ji hemû cûre kombûnan dûr bikevin, da ku nebin armanca êrîşên Rûsyayê.

Ev di demekê de ye ku rojane êrîş û bombebaranên Rûsyayê bo ser Ukraynayê berdewam in û xelkê sivîl dibin qurbanî.

Duh pêncşemê 14ê Tîrmeha 2022yan, di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de bo ser bajarê Vinnitsya yê Ukraynayê, 23 kesên sivîl bûne qurbanî. Volodimir Zelensky vê êrîşê weke êrîşeke terorîstî bi nav kir.