Wezîrê Pêşmerge: Me di salekê de 8 milyar Dînar vegerand xezîneya hikûmetê

"Niha 33 hezar û 382 efser û piledar û pêşmerge mûçeyên xwe ji bankayê werdigrin."

Hewlêr (K24) - Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl eşkere kir, di nava salekê de nêzîkî 8 milyar Dînar bo xezîneya hikûmetê vegerandine û niha jî 33 hezar û 382 efser û piledar û Pêşmerge mûçeyên xwe ji bankayê werdigrin.

Şoriş Îsmaîl bi boneya 3 saliya Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew ji bo baştirkirina jiyana Pêşmerge û pêşxistina zêdetir ya Kurdistanê kar dikin. Hêzên Pêşmerge bi rêya kontrolên bankî û vekirina hesabên bankî bûye sedema elektronîkirina proseya dabeşkirina mûçeyan, heta niha 33 hezar û 382 efser, pilebilind û Pêşmerge bi vî awayê kontrolên bankî mûçeyê werdigirin.

Îsmaîl destnîşan kir: “Me du projeyên dîrokî yên girîng temam kirine, ku destkefteka girîng a Wezareta Pêşmerge ye, ew jî avakirina yekîneya hesab a serbazî bo hemû Pêşmergeyên Kurdistanê û pirojeya stratejiya berevaniyê.”

Wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku 3 hezar û 18 dosyeyên pêşmergeyan bo rêveberiya giştî ya xanenişînan a Wezareta Darayî hatine veguhestin û hezar û 86 dosyeyên şehîdên şerê dijî DAIŞê li Wezareta Pêşmerge û yekeyên 70 û 80 bo ser Wezareta Şehîdan hatine veguhestin.

Şoreş Îsmaîl hewriha diyar kir: “Me rê li ber îsrafê girtiye û me di salekê de nêzîkî 8 milyar Dînar vegerand xezîneya hikûmetê. Herwiha me nêzîkî 14 milyar Dînar ji bo alîkarî û dermankirina birîndarên şer û vegerandina beşek ji deynên kombûyî yên wezaretê xerc kiriye.”

Îsmaîl eşkere kir ku di kursên fakulteyên serbazî de hezar efser hatine perwerdekirin û 31 masterên serbazî hatine wergirtin. Herwiha nêzîkî 300 efser û piledar ji bo kursên cûrbicûr bo derveyî welat hatine şandin û 250 efser jî di kursên zimanê Îngilîzî û Almanî de beşdar bûne.