Biden û Kazimî li Erebistanê civiyan

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya Lûtkeya Ceddeyê de civiyan.
null
null

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya Lûtkeya Ceddeyê de civiyan.

Li gor daxuyaniyê, Joe Biden û Mistefa Kazimî di hevdîtinê de tekezî li pêwendiyeke bihêz û hevbeş a navbera Iraq û Amerîkayê kirine, li gor rêkeftina stratejîk jî li ser hevahengiya ewlehiyê berdewam dibin, da ku careke din DAIŞ serî hilnede.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Biden û Kazimî li ser çend mijarên herêmî gotûbêj kirine û li ser wê yekê li hev kirine ku pêwendiya hevbeş a navbera herdu welatan pêşve bibin, piştevaniya serweriya Iraqê were kirin û xak û seqamgîriya wê were parastin, ligel vê yekê, herdu welat pabendî bihêzkirina pêwendiyên xwe yên hevbeş bin.

Herwiha hat diyarkirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirine, ku pêwîstiyeke îradeya gelê Iraqê ye, divê rêz li demokrasiya Iraqê û serxwebûna wê were girtin.

Serokê Amerîkayê jî diyar kiriye ku Washington ligel wê yekê ye ku Iraq bi serweriya xwe, seqamgîr û yekgirtî û serkeftî be, ku ev yek Herêma Kurdistanê jî li xwe digre.