Barcelana Lewandowski ji Bayern Munich tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî çend rojnameyên Almanî û Spanî, lîstikvanê Polonî Robert Lewandowski dê ji Bayern Munich bi 45 milyon Euro û 5 milyon jî wek xelat, derbasî tîma Barcelona bibe.
Li gor rojnameyên “Bild” û “Kicker” û “Sky Germany”, şeva borî Bayern Munich û Bercelana gihîştine vê rêkeftinê.
Ji aliyê xwe ve rojnama Katalonî “Sport” îro Şemiyê li ser rûpela xwe ya yekem nivîsîbû, Lewandowski yê 33 salî bi niyaz e îro bigehe Barselona ji bo temamkirina pişkinîna pizîşkî û îmzekirina bo çar salan.
Lewandowskî ji sala 2014an vir ve bi Bayern Munich 344 gol tomar kirine û gelek rekor wek golekarê herî baş şikandine.
Di Lîga Champions League de jî, Lewandowski di rêza sêyem a golekerên dîrokî yên pêşbirkê de cih digire ku bi lîstikvanê Real Madrîd ê Fransî Karim Benzema re (her yekî 86 gol), li pişt Cristiano Ronaldo (140 gol) û Lionel Messi (125 gol) tê.