Dezgeha Asayişa Niştimanî 26 terorist hatin desteser kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê desteserkirina 26 teroristan li parêzgeha Kerkûk, Selahedîn û Enbarê ragihand.
Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, bi piştbestin bi zanyariyên hûr ên hewalgiriyê, li parêzgeha Enbarê 12 terorist hatin desteserkirin ku beşdarî di armanckirina hêzên ewlekariyê û welatiyên sivîl de kirine.
Diyar kir jî, hêzên wan li Kerkûkê jî karîn toreke terorîstî ya 7 endamî, ku li navçeyên cuda yên wê parêzgehê alîkariya lojîstîk ji rêxistina terorîst a DAIŞê re dikirin, têk bibin û bigirin.
Dezgeha Asayişa Niştimanî her wiha got: “Li deverên başûrê Selahedîn, hêzên wan karîn 7 terorîstan bigrin.
Destnîşan kir jî, hemû terorîst bo saziyên dadwerî hatine şandin da ku tedbîrên dadperwerane li dijî wan bên girtin.