Lûtkeya Cidde 10 milyar Dolar ji bo asayişa xwarekê ya Rojhilata Navîn dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatên Lûtkeya Cidde pabendbûna xwe bi parastina asayişa herêmê, zêdekirina hinardekirina petrolê û dabînkirina 10 milyar Dînar ji bo asayişa xwarekê nîşan didin.

Lûtkeya Cidde ji bo Asayiş û Geşepêdanê îro li bajarê Cidda yê Siûdî dest pê kir û tê de pêşhatên navçeyî û navdewletî û rêyên berfirehkirina hevkariyên di navbera welatên beşdar, ango Encûmena Hevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê de, bi amadebûna Serokê Amerîka Joe Biden hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya dawiyê, Serkirdeyan pabendbûna xwe bi pêşxistina hevkariya hevbeş ji bo piştgirîkirina hewildanên başkirina aborî ya navneteweyî, çareserkirina bandorên aborî yên neyînî yên pandemiya Korona û şerê li Ukraynayê, ewlekariya xwarin û enerjiyê û pêşxistina çavkaniyên enerjiya paqij piştrast kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, Koma Hevahengiya Erebî biryar da, 10 milyar Dolaran ji bo parastina asayişa xwarinê yên herêmî û navneteweyî dabîn bike.

Welatên Lûtkeya Ciddeyê di daxuyaniyê de tekezî li ser piştgiriya bizavên dîplomatîk ên bi armanca nehîştina aloziyên navçeyî, kûrkirina hevkariyên wan ên berevanî, ewlekarî û istixbaratî û dabînkirina azadî û ewlehiya riyên keştiyên deryayî, kir.

Serkirdeyan piştgîriya xwe ji bo pakqijbûna navçeya Kendavê ji hemû çekên komkujî piştrast kirin û bal kişandin ser navenda xebatên dîplomatîk ên ji bo pêşîgirtina li çêkirina çeka navokî ya Îranê û rûbirûbûna têrorê.

Serkirdeyan pêşwaziya damezrandina Hêza Erkên Hevbeş 153 û Hêza Erkên Hevbeş 59 kirin, ku hevkarî û hevahengiya berevaniyê di navbera welatên Encûmena Hevkariya welatên Erebî yên Kendavê û Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê de, zêde dike.