Ji sedî 70 welatiyên Tirkiyê ji ber buhabûnê nikarin herin betlaneyê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê li gor lêkolîneke civakî ji %70 welatiyan ji ber şertên xerab a maddî nikarin herin betlaneyê. Ev rêje li nav gêncan zêdetir e. Ji %89ê gêncan ji ber ku pereyê wan tune nikarin herin cîhên geştûguzarî û bêhna xwe bidin.

Bandora qeyrana aborî û bihabûnên li Tirkiyeyê ku di her warê jiyana mirovên vî welatî de xwe dide der û plana welatiyan jî li gor şertên maddî tê sazkirin.

Li gor lêkolîna ji hêla Zanîngeha Stenbolê ve hatiye kirin ji %70ê welatiyên Tirkiyeyê ji ber ku pereyê wan tune nikarin herin betlaneyê.

Rêjeya kesên nikarin herin deverên geştûguzarî û bêhna xwe bidin li nav gêncan zêdetir e. Li gor lêkolînê ji%89ê gêncên li Tirkiyeyê ji ber rewşa wan a maddî nebaş e nikarin betlaneyekê bikin.

Piraniya kesên beşdarî lêkolînê bûne, bi taybet kesên xwediyê zarokan in ji ber debara mala xwe bi zehmetî pêk tînin loma salên dûrûdirêj neçûne li cîhekê geştyarî û bêhna xwe venedane.

Demsala Havînê ye her kesek dixwaze berê xwe bide cîh û warên xweş û bêhna xwe bide. Lê li Tirkiyeyê ji ber bihabûnan zêdebûna rêjeya kesên nikarin herin bêhna xwe bidin nîşan dide ku betlaneyeke xweş bi taybetî ji bo gêncên vî welatî bûye xewn û xeyalek.