Siûdiye: Vekirina esmanan ji firokeyên Îsraîlê re ne nîşana asayîkirina peywendiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan Al-Siûd roja Şemiyê got, biryara Riyadê ya vekirina qada xwe ya asmanî ji hemû kompaniyên esmanî re, ti pêwendiya wê bi danîna pêwendiyên dîplomatîk bi Îsraîlê re nîne û ne jî pêşîneke ji bo gavên din e.

Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd haydariya xwe ji gotûbêjên li ser avakirina hevpeymaniya berevaniyê ya Kendava-îsraîlî jî red kir û tekez kir ku Erebistana Siûdî di gotûbêjên wiha de beşdar nabe.

Diyar kir jî, biryara Siûdiyê ya rakirina qedexeyên li ser hemû kompanyayên asmanî, ne nîşana avakirina pêwendiyan bi Îsraîl re ye.

Wî rayedarê Erebistana Siûdî got jî: "Ti pêwendiya vê yekê bi asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re nîne. Ev bi protokola Chicago ya têkildarî derbasbûna qada asmanî ve girêdayî ye.”

Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşema borî gihîşt firokexaneya Ben Gurion a Îsraîlê û roja din bi bi Serokwezîrê Îsraîlî Yair Lapid re peymaneke hevbeş bi navê “Daxuyaniya Orşelîmê” îmze kir, ji bo rê li ber bidestxistina Îranê ya çekên nukleerî bigire.

Li gor xalên peymanê, Amerîka pabendbûna xwe bi avakirina çarçoveyeke herêmî nîşan da, ji bo avakirina çarçoveyeke herêmî ji bo başkirina pêwendiyên Îsraîl li herêmê û berfirehkirina bazneya aştiyê ta ku welatên din ên Erebî û Îslamî jî li xwe bigire.