Îran: Daxuyaniyên Biden hewleke Amerîka ya ji bo gurkirina rageşiyê li herêmê ye

Îran bersiva daxuyaniyên Serokê Amerîka Joe Biden yên di serdana wî ya ji bo herêmê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Îran daxuyaniyên Serokê Amerîka Joe Biden di serdana wî ya ji bo herêmê de, bi taybetî li pêşberî rêberên welatên Erebî li bajarê Cidda yê Siûdî, weke hewleke Amerîkayê ji bo bilindkirina rageşiyê li herêmê nirxand.

Joe Biden duhî Şemiyê, yekem gera xwe ya li herêmê wek Serokê Amerîka bi dawî kir ku tê de serdana Îsraîl, deverên Felestînî û Erebistana Siûdî kir û li pêş rêberên Kendavê û welatên erebî tekezî li wê yekê kir ku Washington rê nade valahiyek li herêmê bê dirustkirin û Rûsya, Çîn an Îranê wê valahiyê dagirtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser daxuyaniyên Bidem got: “Îdîa û tometên Serokê Amerîka Joe Biden ên di gera xwe ya Rojhilata Navîn de li Lûtkeya Ciddayê kirine, redkirî û bêbingeh in.”

Kenanî îro danê sibê di daxuyaniyekê de got: “Ev îdiayên pûç di çarçoveya berdewamiya siyaseta Amerîkayê ya ji bo dirustkirina aloziyan û zêdekirina fitneyê li navçeyê de tên.”

Biden berî serdana Serokê Rûsî Vladimir Putin bo Tehranê, duhî di Lûtkeya Cidda ya bi serokên Encûmena Hevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê re tekez kir: “Em ê dev ji Rojhilata Navîn bernedin û em ê valahiya ku ji aliyê Çîn, Rûsya û Îranê ve were dagirtin jî, nehêlin”

Biden bal kişand ser wê yekê ku Amerîka hewildana welatekî ji bo destêwerdana leşkerî, gef an jî destdirêjiya li ser serweriya welatekî din li herêmê qebûl nake.

Lûtkeya Cidde ji bo Asayiş û Geşepêdanê bi beşdariya Encûmena Hevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê û bi amadebûna Serokê Amerîka Joe Biden duhî li bajarê Cidda yê Siûdî birêve çû û tê de pêşhatên navçeyî û navdewletî û rêyên berfirehkirina hevkariyên di navbera welatên beşdar de hatin gotûbêjkirin.

Welatên Lûtkeya Ciddeyê di daxuyaniya dawiyê de tekezî li ser piştgiriya bizavên dîplomatîk ên bi armanca nehîştina aloziyên navçeyî, kûrkirina hevkariyên wan ên berevanî, ewlekarî û istixbaratî kirin.

Her wiha Serkirdeyan piştgîriya xwe ji bo pakqijbûna navçeya Kendavê ji hemû çekên bikomî piştrast kirin û tekezî li ser hewildanên dîplomatîk ên ji bo rêgirtin li pêşxistina çeka navokî ya Îranê kirin.