Jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê: Berpirsekî din ê PKKê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê ragihand, îstixbarata Tirkiyê (MÎT) serkirdeyekî di PKKê de li çiyayê Garê yê Herêma Kurdistanê kuşt.

Jêderekî ewlehiyê îro Yekşemê ji ajansa “Anadolu” re ragihandin, MÎTê serkirdeyê di PKKê de yê bi navê Izetîn Înan ê bi nasnavê “Dêrsimê Meletiye” li çiyayê Garê li Duhokê kuştiye.

Da zanîn jî, îstixbarata Tirkiyê di dema Înan bi komek çekdarên din re di civînê de bû, hat armankirin û ew û çekdarên pê re hatine kuştin.

Li gor wê ajansê, Izetîn Înan rêvebirê payebilind ê PKKê, berpirsê Akademiyên Apoloyê û endamê Konseya PKK/HPGyê ye.

Hat gotin ku Înan di 1992yan da tevlî PKKê bûye, li Iraq û Sûriyê beşdarî çalakiyan bûye, fermanên hin êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî daye.

Hat ragihandin ku Izetîn Înan di sala 1992an de tevlî PKKê bûye û di şûna yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Xelef El Mihemed bi nasnav "Sofî Nûrettîn" de cih girtiye ku sala par di operasyoneke MIT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de hatibû kuştin.