Droneyeke Tirkiyê xaleke artêşa Sûriyê li Til Rifetê bombebaran kir

Bajarê Til Rifatê
Bajarê Til Rifatê

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneyeke artêşa Tirkiyê êrîşî xaleke artêşa Sûriyê li bajarokê Til Rifetê yê li bakurê Helebê kir.

Li gor jêderên xwecihî, Droneyeke artêşa Tirkiyê îro danê sibe xaleke artêşa Sûriyê bombebaran kir, lê ti ziyanên derbarê wê êrîşê de nehatin zanîn.

Demek e Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermêna kom kirine.

Li aliyê din jî û li gor lihevkirineke leşkerî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê de, hin hêzên artêşa Sûriyê gihîştine deverên di bin kontrola HSDê de.

Di wê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, li hember gef û êrîşên Tirkiyê, hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên din ên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.