Pisporên enerjiyê: Bexda xwe ji bazara enerjiyê ya cîhanê perawêz dike

Pisporên enerjiyê: Nakokiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, zerarê didin navûdengiya giştî yê sektora enerjiyê ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “France Press” di raportekê de ku nêrîna pisporên di warê enerjiyê yên Iraqî û biyanî yên tê de, behsa biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Iraqê yên derbarê dosyeya petrol û gaza Herêma Kurdistanê dike û dibêje, hikûmeta Iraq bi vî karî xwe ji bazara enerjiyê ya cîhanê perawêz dike.

Ajansa “France Press” di raporta xwe de diyar dike, tevî ku Iraq duyem mezinê welatê petrolê yê OPEC e û di rojekê d 3.3 milyon bermîl petrol berhem tîne û Herêma Kurdistanê di rojekê de 450 hezar bermîl derdixîne, Hewêr dibîne ku Bexda dixwaze destê xwe deyne ser samanên petrola Herêma Kurdistanê û dixwaze dosya çavkaniyên petrolê di destê wê de be.

Di vê derbarê de lêkolînerê di Peymangeha Washingtonê ya Siyaseta Rojhilata Navîn Bilal Wehab dibêje, her yek ji Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, li gor keşûhewaya siyasî tevdigerin. Dema rêkeftina siyasî hebû, dadgeh bêdeng bûn. Dema nakokî çêbûn, dadgehan bêdengiya xwe şikandin.

Di meha sibatê de, Dadgeha Bilind a Federal a Bexdayê ferman da, divê Herêma Kurdistanê petrola ku li ser xaka wê tê berhemanîn, radestî hikûmeta navendî bike û ji bo wê jî maf da Bexdayê ta ku girêbestên petrolê yên bi Herêmê re binirxîne û betal bike.

Dadgeha Federal jî yasayek ku di sala 2007an de li Kurdistanê ji bo birêkxistina sektora petrol û gazê hatiye derxistin, wek bi “li dijî destûrê ye” bi nav kir.

Iraq wêneya welatekî berhemênerê petrolê nade

Lêkolînerê aboriyê li malpera MEES a Rapirsiya Aborî li Rojhilata Navîn Yesar Malikî dibêje: Dema ku Bexda kompanyayên petrolê yên biyanî ji Kurdistana Iraqê derdixe, ev yek dîmena hilberînereke girîng a petrolê nade Iraqê, ku pêşwaziya veberhênanên biyanî dike.

Bilal Wehab di wê baweriyê de ye ku her du alî nizanin heta çi radeyê ew “zerarê didin navûdengiya giştî yê sektora enerjiyê ya Iraqê.”

Dibêje jî, xistina gumanê li ser girêbestan û nakokiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, veberhênerên biyanî dûr dixin ku pêwîstiya Iraqê gelekî pê heye.

Hewlên Herêma Kurdistanê

France Press derbarê Herêma Kurdistanê de nivîsiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze deriyê danûstandinan ji bo parastina serbixweyîya xwe di warê petrolê de veke.”

Herêma Kurdistanê ji aliyekî din ve ji bo parastina serxwebûna xwe di warê petrolê de, kar ji bo damezrandina du kompanyayên pêwendîdar bi lêgerîn û bazarkirina petrolê dike ku bi hevkarî ligel Bexdayê kar dikin. Ev pêşniyar ji Hikûmeta Federal re hatiye pêşkêşkirin, li gorî Berdevkê Hikûmeta xwecihî li Hewlêrê.

Li ser zarê Yesar Malîkî dibêje: Iraq welatekî li ser bingeha lihevkirinê pêk hatiye, baştirîn çareserî jî “rêkeftina siyasî” ye ku dê gerentiyê bide ku Bexda yasayeke “nerm” ji bo birêkxistina dosyeya petrolê derbixe.