Li Wanê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber teqîna mayînekê, leşkerekî canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber teqîna mayînekê, leşkerekî canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 18ê Tîrmeha 2022an li navçeya Şax a ser bi parêzgeha Wanê mayînek teqiya û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê li navçeyên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê Eren Dorpêç-22 kiriye û heta niha operasyon didome.

Herwiha duh yekşemê 17ê Tîrmehê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê eşkere kiribû ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê di operasyona “Pence-Kilîl” de hat kuştin.