Dengê dawetên Behdînanê li Enqerê bilind dibe

Malbatên Kurd ên li Enqerê çand û kelepora xwe tevî ku ji welatê xwe dûr bin jî her berdewam dikin û wek berê dawetên xwe pîroz dikin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Bi sedan malbatên Kurd yên ku di salên 1990î de piştî ku gundên wan tê şewitandin ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê berê xwe didin Enqera paytexta Tirkiyê. Lê belê ev malbatên Kurd çand û kelepora xwe tevî ku ji welatê xwe dûr bin jî her berdewam dikin û wek berê dawetên xwe pîroz dikin.

Cil û bergên xwemalî û stranên gelêrî yên dawetan li Enqerê jî bi saya van malbatên Kurd nayên jibîrkirin. Xwediyê dawetê jî dibêjin heta sax bin ew ê çanda xwe bidomînin.

Govendeke geş ya daweteke bêyî ser û bin, cil û bergên gelerî yên bi navê kiras fistan û şal û şepikên zêdetir li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di dawetan de li xwe dikin, kofiya serê dayîkan û daweteke bi coş ya keç û xortên Kurd.

Ev dawet ne ji daweteke bajarê Bakurê Kurdistanê ye di nava dilê Tirkiyê li Enqera paytextê vî welatî de ye. Bi sedan malbatên Kurd yên ku 30-35 sal beriya niha piştî gundên wan tên şewitandin ji Colemêrgê bi neçarî berê xwe dane Enqerê tevî ku bi hezaran kîlometreyan dûrî welatê xwe bin jî wek dawetên xwe yên berê dev ji cil û bergên xwe û kelepora pîr û kalen xwe bernedane.

Xwediya dawetê amaje pê dike ew wek berê sê roj sê şevan dawetên xwe dikin û armanca wan ew e ku nifşên li dû wan tên jî vê kelepora kevnar bidomînin.

Ji malbata zava Nazîme Temel ji K24ê re diyar kir: “Ji sala 1994an ve ye em li vê derê ne. Dawet û çanda me wiha berdewam dike. Dawetên me roja înê dest pê dike şemî û yekşem heta saet 12ê şev dewam dike. Em dixwazin nesla dû me zarokên me wiha berdewam bikin.”

Îbrahîm Uyarê ku ji malbata bûkê ye jî amaje pê dike ku ev 35 sal in hatine Enqerê û roja ku hatine vê dere heta niha her kelepora xwe berdewam dikin û heta sax bin jî dê berdewam bikin.

Ibrahîm Uyar dibêje: “Eve 35 sal in em hatine vê derê. Belê em wek berê dawetên xwe dikin. Ev çand û hunera me ya berê ye heta ku em sax bin em vê çanda xwe berzir nakin.

Herêma Behdînan an ku herêma Colemêrgê bi govend û dawetên xwe yên gelerî tê nasîn. Bi sedan malbatên ku ji salên 1990î berê xwe dane Enqerê ev kelepora xwe ya bi hezaran salî berdewam dikin.