Kuliyan ziyanên mezin gihandine zeviyên Geverê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Gevara Colemêrgê kuliyan zirar û ziyanên mezin gihandine zeviyên cotkariyê. Cotkar dibêjin; keda piraniya wan ya îsal pûç bû û dixwazin ku ji bo saleke din kulî zirarê nedin zeviyên cotkariyê bergiriyên pêwîst bên girtin.

Li Deşta Geverê 220 hezar donim zeviyên cotkariyê hene. Li vê deştê herî zêde cotkariya onceyê tê kirin lê belê genim, ceh û nok jî tên çandin. Îsal bi gerimbûna hewayê re kuliyan bi ser deştê de girt û zirar û ziyan gihandin cotkariyê. Cotkar dibêjin; xebatên dermankirina kuliyan dereng dest pê kirin û heger bergiriyên pêwîst neyên girtin dibe ku qeyrana peydakirina alif rû bide.

Cotkar Firat Arslan: “Kulî zirarê yonya, nok, genim û cehî. Tovê yonceyê dixwe, ev du sal in em ji tov dibin. Wîşûya genim jî dixwe û pûç dike, ew genim jî ji bo nan nabe.”

Cotkar Elî Aslan: “Ev 47 sal in ku em liv î gundî ne. Her çar-pênç salan careke kulî heye. Îsal ji biharê ve em û saziyên cotkariyê em ê li dijî kulî têkoşînê didin. Me îsal bi dermanan kêm kir lê belê ji bo salek din em jê ditirsin.”

Legleg, teyr û çûk kuliyan dixwin, zêdebûna kuliyan jj van ajelan re xenîme me ye lê belê ji bo cotkaran zirar û ziyan e. Rayedarên cotkariyê dibêjin; di sala 1987an de saziya karûbarên avê ya dewletê xebatek şaş kir û ava binê deştê kêm bû û ev jî bu sebeb ku kuliyên di nav axê de zêde bibin. Rayedar tînin zimên ku tekanê riya çareseriyê dîsa zêdekirina ava binerdi ye.

Serokê Jûra Cotkariya Geverê Adnan Onay ji K24ê re got: “Par, ji ber hişkesaliyê; îsal jî ji ber kuliyan zirareke mezin gihişt me. Rêveberiya Cotkariyê ya bajêr û navçeyê makine û dermanan ji bo cotkarên me rêdike lêbelê kulî bi dermanan bi temamî nayên tûnekirin. Lêçûnên me gelek zêde ne; zirara me mezin e, em dixwaza arîkariyê dikin.”

Li gorî ku rayedarên cotkariyê destnîşan dikin, dermanên ji bo pêşiyê li zêdebûna kuliyan digire zirarê dide gelek haşeratên sûdbexş jî ev yek jî bi xwe re zirareke din jî digihîne xwezayê.