Berjewendî û nakokî, Tirkiye û Rûsya nêzîk û dûrî hev dikin

Dibe ku gotina “di siyasetê de hevaltî û dijminatiya domdar tune ne” herî zêde ji bo pêwendiyên Tirkiye û Rûsya derbas dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên Rûsya û Tirkiyê vê carê li Tehranê dicivin. Mijara sereke rewşa Sûriyê, berjewendî û siyaseta her du aliyan li Sûriyê ye. Rûsya piştevan û hevpeymaneke sereke ya rêjima Esed e ku ji hilweşandinê rizgar kir, lê Tirkiye dijbereke sereke ye. Careke din çarenivîsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li ser maseya Rûsya, Tirkiye û Îranê ye, gelo ew alî çiqas rê didin hev, çiqas astengî dirust dikin ku Tirkiye li ser encamdana operasyoneke berfireh rijd e.

Serokên Rûsya û Tirkiye û Îranê, îro careke din rewşa Sûriyê gotûbêj dikin. Her çend li aliyên dijber bin û di gelek waran de nakok bin jî, germbûna pêwendiya Erdogan û Putîn cihê balkêşî ye. Hevsengiya nakokî û berjewendiyan, her du alî nêzîkî û dûrî hev kirine.

Pêwendiyên Tirkiyê bi Rûsyayê re heta sedsala 15’an diçe ku bi piranî bi nakokî û şeran derbas bûye. Armanca firehbûna her du dewletan her tim nakokiyên sînoran anîye rojevê ku heta 2009an di asta bilind de ti serdana aliyan nebûye. Piştî 2009an bi serdana Serokomar Ebdula Gul bo Moskew, hatûçûna serokan zêde bûye.

Her du alî li ser çend pirsên sereke hê jî nakok in, wek Qibirs, Qirim, Qafqasya, Lîbya û Sûriye. Lê nakokiyan di navbera welatên rojava û Tirkiye de, her wiha di navbera Rûsya û welatên rojava de, bûye sedema nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê.

Rûsya, li Sûriyê piştevan û hevpeymaneke sereke ya Beşar Esed e. Tirkiye jî li dijî wî, dijmineke sereke ye ku digotin, ewê li Helebê taştê bixwin, li Şamê li Mizgefta Emewî nimêja înê bikin. Tirkiye ji bo bidawîkirina rejîma Esed, heta dawiyê piştevaniya cîhadiyan dike û herî dawî bi sala 2016’ê ve bi leşkerên xwe kete nava axa Sûriyê.

Di sala 2015an de xistina firokeyê Su-24 û kuştina Balyozê Rûsya li Enqereyê, asta pêwendiyên her du aliyan, gihîşt asta herî jêr. Lê piştevaniya Amerîka ji YPGê re li Rojavayê Kurdistanê, bû sedem ku Tirkiye li hember Rûsya bi paş de gav bavêje û pêwendiyên xwe bihêz bike.

Tirkiye ji bo rêgirtina HSDê jî, bi Rûsya re pêwendiyên xwe baş kirin. Kirîna sîstemên berevaniya asîmanî S-400 ji Rûsyayê, mana Tirkiyê di nava NATOyê de kir mijara nîqaşan û Tirkiye ji projeya çêkirina firokeyên F-35 hate dûrxistin û dana firokeyên F16 hate rawestandin.

Operasyonên Cerablûs, Efrîn û herî dawî Serê Kanî û Girê Spî bi erêkirina Rûsya bûn. Li Îdlibê nakok bin jî, pêwendiyên her du aliyan didomin.

Hewlên firehbûna Tirkiyê, rastî nerazîbûn û helwestên welatên rojava tên ku dibe sedema nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya, lê nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsya de ji yên welatên rojava ne biçûktir in. Careke din ew her du alî hewl didin pêwendiyên xwe û rola xwe li Rojhilata Navîn bihêz bikin.