Parêzgriya Colemêrgê hemû çalakî ji bo 15 roj qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Colemêrgê ji bo 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexe kirin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji ber bergiriyên ewlehiyê û bi mebesta parastina yekperçeyîya dewleta Tirkiyê, li Colemêrgê ji roja 18 Tîrmehê û heta 1ê Tebaxa hemû çalakiyên wek ; xwepêşandan, ragihandina daxuyaniyan, civînên girseyî û meş, hemû çalakiyên dengî û dîtbarî, firandina balonan û dronan, çadir vekirin û hemû çalakiyên din yên meydanî hatine qedexekirin.

Hatiye ragihandin ku rêdayîna hemû bizavên civakî tenê, bi destûrdayîna parêzgariyê dikare bên kirin.